Gel we mafe xwe ye tekosina demokratik u rewa bikar bine

Cemil Bayik
Tüm Yazilari
Roja 24'ê kanûnê hêzên dewleta tirk dîsa êrîşî hêzên siyaseta demokratîk û legal kirin. Kesên ku di  nava civakê de têne nasîn, şexsiyetên navdar, şaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin di nav de 100 mirov ew bi zorê birine. Bi vê yekê careke din derket holê ku hikûmeta AKP'ê dixwaze çi bike.
Berê jî bi dehan caran hatibû gotin ku hikûmeta AKP’ê hikûmeteke şerê taybet e, hêzên demokrasî û azadiyê jî divê li gorî vê yekê amadekariyên xwe bikin û hişyar bin. Piştî hilbijartinên 22’yê tîrmeha 2007’an ku AKP ji nû ve bû hikûmet û hewldanên ketine navê careke din nîşan da tespîtên me çiqasî rast û di cih de bûn. Îcraata yekemîn a hikûmeta AKP’ê ji bo zêdekirina şerê qirêj ê taybet ji meclisê tezkere derxist, piştî vê ji bo girtina DTP’ê serî li Dadgeha Makeqanûnê da, li hemberî Zapê operasyona leşkerî bi pêş xistin, bi dehan caran êrîşî hêzên siyaseta demokratîk û legal kirin; binçavkirin û girtin pêk hatin. Dema ev yek pêk dihatin li hemberî gerîla êrîşên bi armanca îmhayê çêdibûn û ev yek bû esdema ku bi sedan mirov jiyana xwe winda bikin. Herî dawî bi 17’ê mijdarê re êrîşa li hemberî Rêber Apo hate destpêkirin û di 11’ê kanûnê de bi girtina DTP’ê berdewam kir, di 24’ê kanûnê de bi binçavkirina hêzên siyaseta demokratîk û legal re ket pêvajoyeke hêj berfirehtir. Divê ev pêvajo baş û rast bê binavkirin ku li hemberî vê pêvajoyê helwesteke rast bê nîşandan.
Gelê me li hemberî darbeya 17'ê Mijdarê serhildanek xurt da destpêkirin û dersek baş da Hikûmeta AKP'ê û hemû hêzên ku şerê taybet dimeşînin. Gelê me li Rêbertiya xwe, saziyên ku bi têkoşîne siyasî bi dest xistiye û hêzên xwe yên demokratîk û zagonî xwedî derketiye. Di têkoşîna bi bedeldayîna can û xwînê, li doza xwe xwedî derket û ev hêz bi pêş xist. Sê welatparêz Aydin Erdem, Necmî Oral û Kemal Agca di têkoşînek bi rûmet de jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes birîndar bûn. Bi hezaran kes hatin binçavkirin û bi sedan kes hatin girtin. Gelê me bi vê têkoşîna xwe çespandiye ku ji bo azadiya xwe amade ye ku canê xwe bide.
Gelê me piştî darbeya 17'ê Mijdarê bi berxwedaneke serbilind bi ser ketiye. Gelê me, bi vê têkoşîna serbilind, hêza şerê taybet û çeteyên qirêj har û dîn kiriye. Ji ber vê yekê hêzên şerê taybet li dijî gelê me û têkoşîna gelê me konsept û pêvajoyek nû daye destpêkirin. Pêlek êrîşa din daye destpêkirin. Êrîşa 24'ê kanûnê di encama vê konseptê de pêk hatiye.
Pêwîst e ev rastiya di bin vê êrîşa 24'ê kanûnê de veşartî baş bê zanîn. Li gel zanîna vê rastiyê divê baş bê zanîn ku bi vê êrîşê tê xwestin çi çawa bikin. Her wiha divê li gorî vê yekê helwestek zelal û xurt bê nîşandan. Gelê kurd êdî ji rewşa koletî û bindestiyê derketiye. Êdî kî çawa bixwaze nikare gelê kurd li gorî daxwaza xwe bi teşe bike û bikar bîne. Gelê kurd, êdî di roja îroyîn de nasnameya xwe nas kiriye û pêdiviya lixwedîderketina vê nasnameyê fêm dike. Dikare têkoşîna nasnameya xwe bide û gihiştiye civakek xwedî taybetmendiya sincî û polîtîk. Îro kurdê azad hatiye afirandin.  
Kurdê azad, dikare rêbertiya xwe ya bîrdozî û polîtîk bike û xwe bi rêve bibe. Tiştê ku herî zêde kesên şerê girêj dimeşîne ditirsîne jî ev rastiya gelê kurd e. Bi êrîşa 24'ê kanûnê xwestin pêşiyê li vê rastiya gelê kurd bigirin. Dewletê bi van êrîşan û şerê taybet ên li dijî kurdên azad, xwe gihandiye asteke din. Dema dewlet vê rêbaza şertê qirêj û taybet li dijî kurdan bikar tîne jî, hewl dide ku kurdên xayin bike maşik û bikar bîne.
Dema mirov lê dinêre dibîne ku şerê 80 salî yê li dijî kurdan îflas kiriye û ji ber vê yekê Hêzên Şerê Taybet ên Tirk ketiye nava hewildanek nû. Bi vê yekê hêza siyaseta înkar û îmnayê ya Şerê Taybet a dixwaze di vê pêvajoyê de bi van hevkarên kurdên xayin ku bike maşik. Ev rastî pir aşkera diyar bûye.
Di salên borî de kurd bi kurdan dane kuştin. Li dijî gerîla hêza kontra çete û cerdevanî pêş xist û bikar anî. Ev mînaka kuştina kurdan a bi destê kurdan e. Di êrîşa şerê qirêj ên nû de jî dîsa xwestiye kurdan bikar bîne. Her çiqas di şekl û şema de hin tişt guhertibin jî di cewherê vê polîtîkayê de heman tişt heye. Wê demê çek dixistin destê gelê me û bi tirs û zorê dikirin cerdevan, kontra. Niha jî di qada siyasî de dixwazin bikin kontra, cerdevan û sîxur. Duh Kamîl Atakê har û dîn ku sercerdevan bû, niha jî kesên wekî Kemal Burkay, Umît Firat, Mehmet Metîner û Mehmet Baransu bi rêbaza kontraya siyasî kontrayê pêş dixin. Ev lîstika bi dizî û xapînok pir talûke ye.
Hêza parazvan û rêveberê Şerê Taybet  AKP, bi hêza kontra û cerdevaniyê ji nû ve bi teşe dike û di nava hewildanê avakirina bingeha vê yekê de ye. Dema vê polîtîkayê dimeşîne serî li hemû rê û rêbazê şerê taybet û qirêj dide. Şerê psîkolojîk ku li dijî Rêber APO, PKK'ê û hêzên siyaseta zagonî û demokratîk dimeşîne, parçeyekî vê polîtîkayê xistiye dewreyê. Bi vê riya şerê psîkolojîk; Rêber Apo, PKK û hêza siyaseta demokratîk û zagonî dide nîqaşkirin. Bi vê nîqaşê re dixwaze di mejiyê civakê de şik û tevliheviyê ava bikin. Bi pêşxistina polîtîkaya bi hişmendiya "Di ava şolî de masîvanî" re dixwazin, civakê ji bilî PKK'ê û Rêber APO riyek din bidin pêş û di navbera PKK'ê û Rêber APO de parçebûnekê çêkin. Dixwazin di nava rêveberiya PKK'ê û kadroyên PKK'ê de nakokiyan ava bikin. Ji bo bigihêjin vê armanca şerê qirêj û psîkolojîk jî; serî li derew, bêbextî, reşkirin, berovajîkirina rastiyan û gelek fen û fûtên din didin.
Dema mirov hemû geşedanan bîne berçavên xwe, dê baş bibîne ku armanca êrîşa 24'ê kanûnê gihiştina armanca înkar û îmhayê ye. Ger ku bi baldarî bê şopandin beriya 24'ê kanûnê li dijî Rêber Apo û PKK'ê kampanyayek reşbûnê hate destpêkirin. Di vê kampanya reşbûnê de kesên ku ji  aliyê civakê ve baş têne  naskirin Umît Firat, Mehmet Baransu, Mehmet Metîner, Kemal Burkay û gelek kesên din her roj di kanalên TV'yan de êrîşî PKK'ê û Rêber Apo dikin. Van kesana bi Sedat Laçîner, Îhsan Bal û kesên din ku têkiliya wan bi îstîxbarata kûr re heye tevdigerin. Her wiha bi rêveberiya pisporên stratejiya şerê taybet re tevdigerin. Piştî vê hewildana hêza şerê psîkolojîk û taybet dimeşînin ku li dijî Rêber Apo û PKK'ê nakokî û reşbînî dest pê kirin; niha jî êrîşa 24'ê kanûnê xistin dewreyê. Ev hemû êrîş di çarçoveya plan û projeyekê de pêk tên. Ev yek jî bi awayekî zelal dide xuyakirin ku êrîşa 24'ê kanûnê berdawama şerê taybet e.
Di serê salên 1990’î de jî êrîşên hêzên taybet ên şer ên bi vî rengî ketibûn dewreyê. Wê demê jî dîsa li dijî gel, rêberên xwezayî yên ji nava gel derketine, demokrat, saziyên siyasî yên zagonî, rojname û kovaran jî êrîşên bi vî rengî pêk hatibûn. Di vê demê de bi hezaran welatparêz hatin qetilkirin û bi deh hezaran welatparêz di girtîgehan de rastî îşkenceyê hatin. Niha jî planeke bi vî rengî ketiye dewreyê. Dixwazin ku kurdê azad bihilînin û tune bikin. Di van êrîşan de ‘kurdên’ xayin û hevkar jî tên bikaranîn û pêşî li planên înkar û îmha yên AKP’ê vedikin.
Di bingeha van êrîşan de ev rastî heye. Bêguman dê gelê kurd li dijî vê yekê bêdeng nemîne. Dê li Serokatiyê xwe û Tevgera Azadiya Kurdistanê xwedî derkeve. Heke pêwîst bike dê ji bo vê yekê hin bedêlên din jî bide. Gelê kurd dê mafê xwe yê berxwedanê yê rewa bi kar bîne.

Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden