Kurd de xweparastina xwe pes bixin

Cemil Bayik
Tüm Yazilari
Li Kopê du welatparêzên bi navê Kemal Agca û Necmî Oral hatin qetilkirin. Beriya vê bûyerê jî li Dolapdereya Stenbolê ji aliyê kujerên faşîst ku çek xistibûn destê wan gulebarandin ser kurdan. Beriya wê jî li Amedê Aydin Erdem ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Aliyên hevpar ên her sê bûyeran hene. Taybetiyên hevpar ên van bûyeran, dema mirov bi hev re binirxîne, pêşeroja Tirkiyeyê û di nava vê pêşerojê de ji bo kurdan çi rewa tê dîtin dê bi rehetî bê fêmkirin.

Li Kop, Amed û Stenbolê dema kurdan mafên xwe yên berxwedana rewa ya demokratîk bi kar dianîn bi çekan gule barandine ser wan. Nasnameya kesên ku gulebarandine ser kurdan her çiqas cuda be jî hêzên ku ji heman navendê hatine kontrolkirin û ketine nava tevgerê ne. Li Kopê yê gule bi ser kurdan barandine cerdevanekî minêkar û yên piştgiriya wî kirine. Li Amedê yên Aydin Erdem qetil kirine polîs in. Li Dolapdereyê yên çek bikar anîne nîşaneya serkeftina gurê boz kirine û sloganên faşîst yên nijadperestî berz kirine. Ev hemû taybetiyên hêzên ku li hemberî kurdan ketine dewreyê radixîne ber çavan.

Ev hêzan heta roja îro li hemberî kurdan di şerê qirêj ê taybet de hatine bikaranîn. Hêzên mîlîtarîst ên dewletê, cerdevan û hêzên mîlîter bi hev re li dijî kurdan girêdayî kumandayeke hevpar ya navendekê ketine nava tevgerê. Ev hêzan weke duh îro jî li ser kar in.

Ev hêzên ku li dijî kurdan şerê qirêj ê taybet dimeşînin îro li dijî berxwadana gel a rewa û demokratîk ketine nava tevgerê ji duh cudatir peyamên cuda di nava xwe de dihewînin. Duh ev hemû hêzên şerê taybet ku êrîşî hêzên azadiya kurd dikirin îro rê û rêbazên ku bi kar tînin gelemperîtir kirine. Niha, ber pê bûne ku bi awayekî girseyî kurdan qetil bikin.

Di vê pêvajoya ku li hemberî kurdan komkujiyên girseyî xistine meriyetê de dest bi nîqaşên îlankirina senaryoyên OHAL’ê kirine. Yên komkujiyê li ser kurdan ferz dikin û yên îlana OHAL’ê didin nîqaşkirin bi talîmata ji heman navendê hatiye dayîn ketine nava tevgerê. Kesên ku dîroka tarî ya dewleta Tirkiyeyê dizanin dê bi rehetî fêm bikin ku wisa ye.

Di serê salên 1970’yî de û muhtiraya bi navê 12’ê Adarê ku bi vê yekê diket serdema faşîst ya leşkerî polîtîkayeke bi vî rengî ketibû dewreyê. Beriya cûntaya faşîst ya leşkerî ya 12’ê îlona 1980’yî jî heman lîstik hatibûn lîstin. Wê demê jî keriyên faşîst, elemanên kontrgerîla, polîs êrîşî gel kirin, li beranberî vê yekê berxwedanên rewa yên mafdar ên şoreşger, demokrat û kedkaran weke sedemê hatina cûntayên faşîst ji civakê re pêşkêş kirin. Niha jî hewl didin ku berxwedana gelê kurd ya li hemberî her cureyê terora şerê qirêj ê taybet, dixwazin weke hinceta îlankirina OHAL’ê pêşkêşî gel bikin, bi demagojiyê û li ser vî bingehî dixwazin gel bê tirsandin. Vê yekê jî hikûmeta AKP’ê dike.

Hikûmeta AKP’ê bi vê xapandin û tehdîtê di rastiya xwe de rola xwe ya di şerê qirêj ê taybet ku li hemberî gelê kurd ê tê pêşxistin de îtîraf dike. Bi vî rengî AKP careke din nîşan dide ku şopdarê cûntayên kesên ku darbeyên faşîst ên leşkerî pêkanîne û her wiha rêbazên ku bikar anîne pratîze dike. Hikûmeta AKP’ê berê jî nîşan dabû ku pratîzekerê rêbazên cûntayên faşîst e. Li hemberî têkoşîna azadiya kurd bi derxistina MHP’ê, daxwaza xwe vederkirina ji vê yekê û pevçûna heyî weke di navbera van herdu hêzan de hatiye jiyîn nîşan dana vê yekê di vê encama de pêk hatiye. Lê, vê lîstika AKP’ê pêk nehat, Tevgera Azadiya Kurdistanê ev lîstik deşîfre kir ku rêvebirên bingehîn yên vî şerê taybet kî ne. Di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin de Tevgera Azadiya Kurdistanê dê hemû taktîkên şerê qirêj ê taybet ku tê xwestin bikeve dewreyê jî pûç bike.

Beriya her tiştî bi zanîna vê yekê feyde heye. Li Kurdistanê rewşeke asayî nayê jiyîn. Li Kurdistanê her tişt derasayî ye. Li Tirkiyeyê cerdevaniya nepenî û aşkera tune ye, polîs û leşker bi rayeyên taybet nehatine peywirdarkirin. Gund û bajarên Tirkiyeyê weke herêmên ewlekariya taybet nehatine îlankirin û li wan deran her cureyê tarzê tevgerîn ê gelê sivîl nehatiye qedexekirin. Bûyereke ku li cihekî Tirkiyeyê qewimî weke nûçe ji bo raya giştî re bê pêşkêşkirin ne bi destûra Serokatiya Serfermendariyê ye. Li Tirkiyeyê tu kes ji ber ku bi tirkî axiviye rastî îşkenceyê nehatiye, ceza ne girtiye û neavêtine girtîgehê û dîsa li Tirkiyeyê ji ber navê tirkî li zarokên xwe kiriye, navê taxa xwe bi tirkî gotiye rastî heqaretê nehatiye û nehatiye cezakirin. Ev hemû li Kurdistanê diqewimin. Tu eleqeya van tiştina jî bi rewşa asayî re tune ye.

Gel li Kurdistanê 80 sal in her çiqas navê wê cuda bikin jî, rewşeke derasayî dijî. Kurd vê yekê ji her kesî baştir dizane. Ji ber vê yekê jî tu kes nikare berxwedana gelê kurd a mafdar, rewa û demokratîk weke amadekirina OHAL’ê bibîne, binirxîne û vî heqî nikare di xwe de bibîne. Ligel vê yekê yên dixwazin vê yekê wiha nîşan bidin bi awayekî aşkera xuya dike ku di xizmeta şerê qirêj ê taybet ku heta roja îro li Kurdistanê tê meşandin de ne. Gelê Kurdistanê baş dizane ku kî di xizmeta şerê qirêj ê taybet de ye. Ev kesan altaxên AKP’ê ku hikûmeta şerê taybet e û yên hewl didin ku rûyê komkujer yê hikûmeta AKP’ê veşêrinin. Dê gelê Kurdistanê neyê vê lîstikê. Ji aliyekî ve li her derê li hemberî konsepta komkujiya girseyî ku tê xwestin bixin meriyetê xweparastina xwe bi pêş bixe û li hemberî êrîşên bi pêş bikeve dê xwe biparêze. Ji aliyê din vê jî rûyê rasteqîn ên ku civakê bi tirsa ku OHAL dê bê îlankirin û bi vê yekê OHAL’a di meriyetê de vedişêrin dê teşhîr bike û bi lanetkirina wan vê yekê pêk bîne.

Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden