Tevkujiya siyasi
|
Me saleke din li dû xwe hişt. Ji aliyê gelê me, têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê ve geşedanên girîng di nava sala borî de qewimîn, bi ketina sala nû re gelek destkeftiyên ku dewrî sala nû kirine çêbûne.
Gelê me par; bi serhildanên xurt, destkeftiyên di qada îdeolojîk û siyasî de, hêzên me yên parastina rewa jî di xeta berwedêriyê de serkeftin bi dest xistine. Li hemberî van serkeftinên gelê me bi dest xistiye, windahiyên mezin ên dewletê û hikûmeta AKP’ê çêbûne. Ji krîza heyî derneketine. Ji ber vê yekê ji vê tengaviyê derketina riya tekane jî; li hemberî gelê me, têkoşîna me ya demokrasî û azadiyê pratîzekirina plana tasfiyeyê riya tekane ya çareseriyê dîtine. Beranberî Nexşeriya ku Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd amade kiriye, pir aşkera ye ku pêşxistina vê plana tasfiyeyê di sala nû de jî dê bixwazin pratîze bikin. Di civîna MGK’ê ya dawî de ev yek bi awayekî aşkera hate îlankirin. Têkoşîna demokrasî û azadiyê ya kurd li hemberî pêkanînên şerê taybet ên hikûmeta AKP’ê ku înkar û îmhayê esas digire mafê xwe yê demokratîk û berxwedana rewa bi kar aniyê. Heke bi armanca îmhayê bi ser de biçe jî dê vî mafê xwe yê xwezayî bikar bîne jî. Li hemberî vê konsepta îmhayê ku tê ferzkirin dê vê helwesta xwe biparêze.
Derketiye holê ku hikûmeta AKP’ê di sala nû de li ser bingehê tevkujiyî siyaseta xwe ya înkar û îmhayê dê pratîze bike. Di pêvajoya borî de li ser rêbazên pêkanîna şerê taybet tevkujiya civakê, tevkujiya çandî, tevkujiya nifşê nû hwd. dê tevkujiyên nû lê zêde bike û konsepta xwe ya tasfiyeyê bigihîne merheleyeke din û heta bixwaze bi encam bike. Hikûmeta AKP’ê par di şerê qirêj ê taybet ku dimeşand de ji bo encamê bigire vê tevkujiyê herî zêde li dijî îradeya gel di qada siyasî de xwest pêk bîne. Di nava salekê de bi êrîşên li hemberî saziyên siyasî, demokratîk û legal, di nava gel de jî bi girtinên zêde tiştê ku dixwest ev rastî ye. Hikûmeta AKP’ê, siyaseta ku gel dê bike û xwe bike îradeyeke siyasî ji bo xwe weke asteng dibîne. Polîtîkayên îmhayê yên dewlet û hikûmeta AKP’ê jî yên li hemberî gelê kurd heta roja îro bi pêş dixin de nêzîkatiyeke siyasî heye. Polîtîkayên xwe yên dijberiya kurdan bi komkujiyan xwestine pêk bînin. Niha jî dîtin ku bi van rêbazan encam negirtine, berovajî vê encamên hêj cudatir derketine holê. Vê carê jî siyasetên xwe bi bikaranîna rêbazên cuda xwestine pratîze bikin. Di encama vê yekê de jî bi hezaran însan hatine binçavkirin û girtin. Di nava têkoşînê de dengê gelek kesên ku bûne tercumanê nêrîn û hestên gel hatine birîn. Bi vî rengî gelekî ku; nafikire, napeyive, nabîne ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ku berê wê bide ku bi wî alî de biçe û ji her tiştê ku tê gotin re baweriya xwe bîne xwestine biafirînin.
Hikûmeta AKP’ê dixwaze tevkujiya siyasî bi vî rengî encam bike. Di rastiya xwe de, polîtîkayên dagirkeriyê ku li ser gelê kurd hatibû ferzkirin di roja îro de tê wateya ku şeklekî nû wergirtiye. Ji sala 2007’an û pê de ji aliyê AKP’ê ve ku cara duyemîn bûye hikûmet ev polîtîka têne pratîzekirin. Piştî hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adarê ev hêj zêdetir bûne, bi 14’ê Nîsanê re tam veguherî şerekî qirêj. Rêber Apo pêvajoya ku weke darbeya 17’ê Mijdarê bi nav kir, piştî van hemû tiştan pêk hatiye, 11’ê kanûnê DTP hate girtin û bi êrîşa 24’ê kanûnê re hêj zêdetir bûye. Hikûmeta AKP’ê, bi vê polîtîkaya xwe ya tevkujiya siyasî; nîşan dide ku destûrê nade ne siyaseta li hemberî wê tê kirin ne jî siyaseta ku bêyî wê tê kirin. AKP bi vê tevkujiya siyasî re çawa di salên 1990’î de bi cînayetên JÎTEM-Hizbî-kontrayê di nava civakê de kesên ku siyaseta demokratîk û legal dikirin ji holê rakirin û valahiya derket holê bi îstismariya olî û tarîqatan tijî kiriye, niha jî vê yekê bi girtina partî, komele û girtina kesên ku siyaseta demokratîk bi rêve dibin û bi vî rengî kesên ku jê re hevkariyê bikin pêşiye kesên xayin vedike.
Hikûmeta AKP’ê dema vê tevkujiya siyasî pêk tîne, tê fêmkirin ku dê dev ji rêbazên tevkujiyên din jî bernede. Di rojên dawî yên par de çi li navneteweyî çi bi hêzên herêmî re li dijî hêzên demokrasî û azadiya kurd, hevdîtinên ku ji bo êrîşa bi armanca îmhayê dimeşîne vê yekê îspat dike. Bi vî rengî hikûmeta AKP’ê şertên nû ku ji bo polîtîkaya xwe ya tevkujiya nû çêdike, di serî de leşkerî dev ji rêbazên tevkujiyê yên din bernedaye. Vê yekê jî di her fersendê de nîşan dide.
Ev hemû geşedan nîşan dide ku di sala nû de dê xeteke çawa bê şopandin nîşanî me dide. Ji niha ve divê amadekarî ji vê yekê re bêne kirin. Nirxandinên ku dem bi dem em di pêvajoyeke krîtîk de derbas dibin çêbûne. Bêguman ew nirxandinên ku ji bo wê demê hatine kirin û rastiya wê vedibêje destnîşankirinên wiha ferz kirine. Tarîfên bi vî rengî ku hesasiyetên wan heyaman vedibêjin, piştre nayê wateya ku heman taybetiyên rojên wiha dê biqewimin di nava xwe de nahewîne. Di vê wateyê de destnîşankirinên ku bi vî rengî yên piştî ya beriya xwe hatine kirin, ji wê zêdetir ji bo em dikevin pêvajoyeke hêj krîtîktir dê vebêje. Sala nû ya ku em ketinê jî wateyeke wê ya bi vî rengî heye. Rejîma şerê taybet a tirk tiştên ku bike heta roja îro kiriye. Li pişt xwe tiştekî ku nekiriye jî ne hiştiye. Ji tiştên ku heta roja îro kiriye jê pêde tiştekî din li pişt xwe nehiştiye. Ji niha û pêde her tiştê ku bike ji bo wê dê bê wateya dubarekirinê. Ev yek jî dê wê hêj zêdetir ber bi jihevketinê ve bibe. Beranberî vê yekê jî têkoşîna ku gelê me jî pêş dixe jî ji her demê zêdetir wê ber bi encamê ve bibe. Destnîşankirinên ku ji bo sala nû ya em ketine dê krîtîk derbas bibe vê rastiyê îfade dike.
Em ketin saleke nû, sala nû ya em ketinê, bi mîrasa ku ji par wergirtiye dê pêşiya geşedanên mezin veke. Ev yek di heman demê de li hemberî tevkujiya siyasî ku hikûmeta AKP’ê ferz dike dê gel xwe bike îradeyeke siyasî û bi vî rengî bersivê bide. Ev rastiya heyî dê çarenûsa têkoşîna ku di nava sala nû de hêj bê xurtkirin nîşan bide.
|