Altan:Hukumet teslim dibe

Altan: Hukumet teslîmî esker û Ergenekonê dibe                                                                            07.01.2010
Nivîskarê Tarafê Ahmet Altan di nivîsa xwe ya îro de dibêje li Anqereyê hin gotin belav dibin ku ê hukumet doza Ergenekonê sist bike û peywendiyên xwe yên bi eskeran re jî zêdetir bike.

Nivîskarê Tarafê Ahmet Altan di nivîsa xwe ya îro de dibêje li Anqereyê hin gotin belav dibin ku ê hukumet doza Ergenekonê sist bike û peywendiyên xwe yên bi eskeran re jî zêdetir bike.


Altan wisa dinivîse "Di navbera rojnamevanên ku Anqereyê baş dizanin gotinek belav dibe. Nanivîsînin û nakin nûçe lê gotin ji guhekî diçe guhekî din.


Ez nizanim ev gotin rast e an ne rast e, lê ez jî wek her kesî texmîn dikim ku rast be.


Baskeke hukumetê li gel sistkirina doza ergenekonê û zêdetir peywendiyên bi eskeran re ne. Ev nêrîn ji alî Serokkomar Abdulah Gul ve jî tê destek kirin.


Sedemê ku di nava polîsan de dubendî heye jî ji van nêrînên cuda dertên holê.


Heke di nav hukumetê de bi rastî jî baskek wisa hebe û hukumet li gor wan tevbigre ev dê bibe întîxara wê.


Qesta min ne întîxara siyasî.


Behsa ji holê rakirina fîzîkî dikim.


.....

Altan di berdewamiya nivîsa xwe de behsa nêrînên rojnamevanan yên di derheqê suîkasta Arinc û doza ergenekonê dike û piştre dibêje;


Ji ber ku piraniya tetîkçîyên Ergenekonê hatine girtin û yên ne hatine girtin jî êdî dizanin ku dewlet ne li pişta wan e û pirr rehet dikarin werin girtin. Loma jî paşde vekişiyane û karê hilweşandina hukumetê jî maye ji efseran re.
Di destê wan de mirovên wan wisa kêm bûne ku di dema ketina hundurê "odaya kozmîk" efserên ku di ser generalan re ne, derxistina kolanan.


Bifikirin, ya ew doza Ergenkona ku avûkatê wê Deniz Baykal û mirovên wê nehatina girtin?


Ê gelek mirov di destê wan de hebûna ku li dora mala Arinc ji bo teqandina bombeyê valabûnekê bidîta.


Ew ê tu caran nehatina girtin. Mirovê wan bihata girtin jî dê yê nû bidîtana.


....

Lê divê hukumet tabloya li hemberî xwe baş bibîne û tiştê dibîne jî fehm bike.


Heke doza Ergenekonê sist bike, û guhdariya hin mirovên xwe yên ku dixwazin peywendiyên bi eskeran re zêde hebin, bike, Adaletê ji "Odaya Kozmîkê" derxe ewê ew otomobîl li ber deriyê wan biteqe


Wê demê ewê gelek kes bêne peydekirin ji bo teqandina otomobîlan


Îro gelek kesên wisa ji tirsa girtinê li paş disekinin.


Dema fehm bikin ku ewê neyên girtin, ewê bêne parastin ê ji nişka ve tevbigrin


Sûîkastên siyasî ê li paş hev werin.


Serokwezîr dema dostek wî jê re " em vê doza Ergenekonê hinek sist bikin" bêje, bila baş bifikire.


Armanca dostê xwe baş biwezinîne.


Heke aqlê wî hebe ji dêvla " nasîhatên dostan " re ê dengê otomobîlan bibihîze.


Bila jibîr neke ku lêkolîna Ergenekonê û derxistina holê yên tiştên ecêp yên di hundurê ordûyê de ê ne tenê Tirkiyeyê dê jiyan wî û hevalên wî jî rizgar bike


 

Diese Webseite wurde kostenlos mit Homepage-Baukasten.de erstellt. Willst du auch eine eigene Webseite?
Gratis anmelden