Bere parti u siyaset nuha ji xani ji Ahmed stendin

Ahmet Türk ji ber tacîz û heqaretan ji daîreya xwe ya heta nuha derket mal li qamyonê kir xwest bibe daîreyeka nuh, li wê derê jî albayekî nehişt ew bisitire.
Ahmet Türk heta nuha li Anqerê li taxa Çukurambarê a meşhur a ku efser li wê derê li pey Bulent Arinc bûn dima. Cîranên wî piştî van buyerên dawîn ji bo wî aciz û rencîde bikin destpêkirin li çarmedor li balkon û pencereyên xwe alayên tirk hildan. Ahmet Türk biryara barkirina ji wê derê da.
Li taxa Oranê di apartmaneka hemşeriyekî xwe yê Mêrdînî de daîreyek dît, kirê kir. Mala xwe li qamyonê bar kir şand wir. Xwediyê xênî li ber derî ew girt, hêvî û rica jê kir ku ew kontrata xwe betal bike û neyê vê daîreyê. Sebeb jî ew bû ku efserekî tirk ê bi rutbeya albay di wî xaniyî de dima û zor dabû xwediyê xanî, ew tehdîd kiribû ku daîreya xwe nede Ahmet Türk.
Ahmet Türk kontrat betalkir û qamyon vegerand daîreya berê. Nuha gelo ê mala wî jî wek a Emîne Aynaya ku digot "Em ê biçin serê çiyê" bi rojan li ser qamyonê bimîne, qedera wî jî bibe wek ya Emîne Aynayê?
Çimkî gava Emîne Ayna biçûk bû li gundekî Pîranê eskeran mala wan şewitandibû, mecbûr mabûn bar kiribûn Kutahyayê; nav tirkan. Li wê derê jî tirkan mala wan şewitandibû, qederekê ew di qarusera qamyonê de jiyabûn.
Netkurd.com