ocalan Operasyona li diji sarederan provakasyon e
![]() Öcalan: Operasyona li dijî şarederan provakasyon e "Ez bawer im nerazîbûnên gel pir zêde ne li dijî van operasyonan. Gelê Kurd ê li dijî her tiştî xwe bi rêxistin kirî, vê rêxistibûyîna xwe jî diparêze. Bê guman ê rêkxerıya xwe biparêze, çalakiyên protestoyî jî ê bi vî awayî
Serokê PKK-ê Abdullah Öcalan di hevdîtina xwe ya roja çarşema derbasbuyî de ya li gel awukatan daxuyaniyên nuh dan. Öcalan behsa avakirina KCK-ê kir û got ew rêxistineka neyasayî ye karê şaredaran û siyasiyan di wir de çi ye?
Öcalan awayê rêxistiniya BDP/PKK-ê jî dîzayn kir û ew di sê waran de bicîhkir.
Ocalan wek asta yekemîn KCK wiha tarîf kir.
"KCK rêxistiyek îllegal e; yanî li gorî Tirkiyê qanûnî nayê hesibandin. Rêxistin û sazbûna KCK'ê cuda ye, yanê serê wê li Qendîlê ye, lê li gelek deveran baskên wê yên rêkxistî hene. Di nava Tirkiyê de jî heye. KCK û siyaseta legal ji hev cuda ne. KCK tevgerek e li gorî xwe sîstem û rêkxiriya xwe heye. Ew jî zanin ku li Tirkiyê ne qanûnî ye û divê li gorî vê yekê tevbigerin"
Ocalan diyar kir, ku divê siyaseta demokratîk bi statuyek cuda xwe bi rêkbixe.
Wî komele, saziyên civaka sivîl û însiyatîfên gel jî ji weke rêxistinên legal bi nav kirin.
OCALAN: KONGREYA CIVAKA DEMOKRATÎK JI BO NETEWÎBÛNA DEMOKRATÎK E Ocalan asta duye jî, kongreya civaka demokratîk nîşan da.
"Navenda Kongreya Civaka Demokratîk li Amedê ye. Bêguman di nav wan de Kurd hene, lê divê kesên din jî hebin. Kongreya Civaka Demokratîk ji siyasetê bigre heta aboriyê, ji sporê bigre heta hunerê, çandê, di her qadê de, di serî de jî jin û ciwan, divê di nav gel de be. Min xwestibû Kurd li ser bingeha demokratîk xwe rêkbixin. Li Stenbolê jî hin kes dikarin di nava KCD'ê de cih bigrin, lê divê ew jî girêdayî Amedê bin. Kurd dikarin bi rêya KCD'ê netewîbûna xwe ya demokratîk pêk bînin."
Ocalan got, asta 3. jî partiya siyasî ye.
Ji bo partiya siyasî Ocalan got, divê ne bi tenê ya Kurdan, lê bibe partiya Tirkiyê û xwest ji femînîstan heta bi jîngehparêzan gelek derdor xwe tê de bînin ziman.
Ji bo partiya siyasî Ocalan sê prensîbên sereke jî weke Komara Demokratîk, Welatê Demokratîk û Neteweya Demokratîk bi nav kirin.
OCALAN: PARTIYA SIYASÎ DIVÊ NE BI TENÊ YA KURDAN BE,
BIBE PARTIYA TIRKIYEYÊ Ocalan anî ziman ku xeleka sêyemîn jî partiya siyasî ye:
"Partiya siyasî divê ne bi tenê ya Kurdan be, belê bibe partiya Tirkiyeyê. Dikare kongreyên xwe ji qada herêmî bide destpêkirin, her nîqaşa demokratîk li her devera Tirkiyeyê bixe pratîkê û xwe birêxistin bike. Ji bo min girîng e derdorên cur bi cur, fikrên cihê di nava vê partiyê de cihê xwe bigirin. Bi fikrên xwe, bi komên xwe ev yek li dora prensîbên hevpar dikare pêk were. Li gorî min divê di nava partiya siyasî de koma femînîst, derdorên femînîst hebin. Wekî din hawîrdorparêz jî dikarin di nava vê avahiya siyasî de cihê xwe bigirin. Divê derdorên fireh di nava partiya siyasî de cih bigirin. Divê derdorên elewî yên durist û rewşenbîrên elewî jî lê werin zêdekirin."
KOMARA DEMOKRATÎK
WELATÊ DEMOKRATÎK, NETEWEYA DEMOKRATÎK Ocalan ji bo partiya siyasî sê prensîbên hevpar jî weke komara Demokratîk, welatê demokratîk û neteweya demokratîk bi nav kir.
"Prensîba hevpar a pêşî Komara Demokratîk e. Ya ez dixwazim bi vê bêjim demokratîkkirina dewletê ye. Prensîba duyemîn welatê demokratîk e. ji bo ku rastiya ku li ser van erdan netewe û etnîsîteyên cihê dijîn were dîtin, ez dibêjim welatê demokratîk. Prensîba sisiyan neteweya demokratîk e. Ne bi tenê kurd û tirk, etnîsîteyên cihê, hindikayî hene, çanda ji pirrengan, nasnameya ji pirrengan neteweya ji pirrengan; em dikarin ji yekîtiya van re ji yekparebûna wan re bêjin, neteweya demokratîk. Li Spanyayê ev heye. Yek neteweya Spanî nîne, welatekî hevpar heye, lê têgihiştinek, dewleteke ku neteweyeke yekreng, zimanekî yek reng ferz dike nîne. Li Ingilîstanê weke li Tirkiyê, têgihiştina yek dewlet, yek netewe mîna kuneke reş a fezayî ye. Her tiştî dadiqurtîne, dema hewl dide bişibîne xwe û bike yekreng wan tine dike."
Ocalan got, divê destûrname û rêziknameya partiya siyasî ya ku ê bi tevahiya pirsgirêkên Tirkiyê re eleqedar bibe, li gorî vê were amadekirin.
Anî ziman ku bi tenê bi vî rengî mirov dikarin xwe ji "Kapîtalîzma qumarê ya li Anatolê' xilas bikin.
Ocalan got, tiştên ew dibêje tesbîtên sosyolojîk in û talîmatan nade û weha peyivî:
"Ez rêbertiyeke stratejîk im, fikrên xwe tînim ziman. Weke her kesî mafê min jî heye nîqaş bikim."
Ocalan, lêgerîna li Daîreya Şerê Taybet jî nirxand..
Ocalan bûyerên diqewimin weke şerê li hemberî hevdû binav kir û bal kişand ser dema lêgerînan...
Ocalan weha got:
"Çi dema ku AKP li dijî Kurdan operasyonan lidar dixe, mîna ku li dijî artêşê jî, operasyonan pêk tîne bi vî awayî hewl dide bi ser kirinên xwe yên li dijî Kurdan de bigre."...
OCALAN: JI BO BI ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GELÊ KURD DE BIGRIN
ÎLÊGERÎN DAN DESTPÊKIRIN Ocalan, lêgerîna li navedna Kontrgerîlla ku weke daîreya şerê taybet tê naskirin, nirxand:
"Ya tê kirin, şerê aliyan li hemberî hev e. Kengî AKP li dijî Kurdan operasyonan dike, ji bo ku ser van operasyonên xwe bigre, bi îdîayên, 'ez dixwazim hin gavan bavêjim, lê li pêşiya min dibin asteng,' rewşê şîlo dike û raya giştî dixapîne. Kengî AKP li dijî Kurdan operasyonan li dar dixe, mîna ku li dijî artêşê jî, operasyonan pêk tîne bi vî awayî hewl dide kirinên xwe yên li dijî Kurdan veşêre."
Öcalan diyar kir ku AKP bi van kirinên xwe hewl dide, nerazîbûnên li hemberî operasyonên li dijî gelê Kurd dike, ji holê rake...
AKP BI OPERASYONAN JI KURDAN RE DIBÊJE
'XWE BAVÊJIN HIMBÊZA MIN' "Bi navê li dijî KCK'ê operasyon hat lidarxistin, ev provokasyon e, lê ji ti kesî deng derneket. mijar nayê nîqaşkirin. Kurdên ku hewl didin bi awayekî azad tevbigerin, davêjin girtîgehan. Li pêşiya Kurdên ku dixwazin siyaseta demokratîk bikin, dibin asteng, di vê rewşê de jî artêşê dikin bahane. Yanî ji Kurdan re dibêjin, 'werin xwe bavêjin himbêza me'. Li aliyekî Kurdan tesfiye dikin, li aliyê din jî bi riya pereyan hewl didin hin malbatên Kurd bi xwe ve girêdin. Nabe ku mirov ji vê yekê re bêje, pêşîvekirin."
DIVÊ KURD PÊŞENGIYA PÊŞÎVEKIRINA
DEMOKRATÎK BIKIN Ocalan dijî vê yekê got, divê Kurd pêşengiya pêşîvekirina demokratîk bikin û weha dewam kir:
"Divê ji bo tevahiya Tirkiyê, Kurd pêşengiya pêşîvekirina demokratîk bikin û vê helwestê di pratîkê de bicih bînin. Eger siyaset wê were kirin û ji bo azadiyê têbikoşin, divê niyeta AKP û vê provokasyonê baş fêm bikin û bi zanîstî binirxînin. Divê AKP'ê daxin binê ji sedî 10'an. Ji bilî tesfiyê ti çareseriya din a AKPê nîne. Bi van hewldanan dixwazin Kurdan bi xwe ve girêdin."
JIHEVDERXISTINA DÎROKA ÎTALYAYÊ JIHEVDERXISTINA DÎROKA EWRÛPAYÊ YE Ocalan di hevdîtina xwe de da zanîn ku kovareke Îtalî jê xwestiye jêre gotaran binivsîne. Ocalan diyar kir ku ew giringiyê dide dîroka Îtalyayê û weha got: 'Min di parêznameya xwe ya bi navê Demokratîzekirina Çanda Rojhilata Navîn de bi xetên sereke anîbû ziman. Jihevderxistina dîroka Îtalyayê jihevderxistina dîroka Ewrûpayê ye. Eger hûn ji Îtalyayê fêhm bikin, hûn ê ji Ewrûpayê jî fêhm bikin.'
Abdullah Ocalan hunermend Aramê Tîgran jî bi bîr anî û weha peyam da: 'Analîzên min di parêznameya xwe de kirin, dikarin pirsgirêka Ermeniyan jî çareser bikin. Li şûna milletgiriya çor û hişk, di çarçoveyeke demokratîk de çareserkirina pirsgirêkan ez ji bo Ermeniyan jî girîng dibînim. Ew dikarin pirsgirêkên xwe yên rojane jî bi vî awayî çareser bikin.' Çavkanî: rojtv
Netkurd.com |