Sererkane orduya tirk lawe xwe nesand Kurdistane

Sererkan Başbugî jî weka sererkanê berê kir û ji dêvla şer lawê xwe yê esker şand derya Egeyê.
Lawê sererkanê ordûya tirk Îlker Başbugî, Murat başbug ji dehê vê mehê ve esker e.
Lê sererkanê lawên feqîr û xizanan dişîne deverên şer, lawê xwe şand derya Egeyê. Murat Başbug lawê sererkanê şer, niha li deverek li ber derya Egeyê ‘eskerî’ dike.
Hejayî gotinê ye heta niha lawê tu şerxwazekî li Kurdistanê eskerî nekiriye û ev yek jî hêdî hêdî di nava tirkan de dibe sebebê nerazîbûnê.
Netkurd.com